ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 9 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 9 – 2024
17 îlon, 2024   02:00

Endamên komîteyên komînên li taxa Eşrefiyê ya Helebê û beşdarên xelekên xwendina parêznameya Rêber Abdullah Ocalan hewl didin ku mijarên dixwînin bi awayekî rast di jiyana xwe de pêk bînin.

Endama Meclisa Kongra Star Bêrîvan Yûnis diyar kir ku serhildana ʹJin, Jiyan, Azadîʹ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek encam bi dest xistin û diruşma serhildana bi awayekî fireh belav kir.

Xelkê Girkê Legê girêdan û sekna xwe bi gerîlayên azadiyê re nîşan da û got ew helwest û hevkariya PDKʹê bi dagirkeriya Tirk re li dijî gerîla û gelê Kurd şermezar dikin.

Çotkarên sebzeyan di vê dema salê de berhemên xwe yên payîzê bi hemû cureyên wê berhev dikin, li sûkên herêmê difiroşin û xwetêrkirinê pêk tînin û amadekariya çandina mewsima zivistanê dikin.

Rêxistina PYDʹê ya Tirbespiyê ji bo nîqaşkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û pêşdeçûnên dawîn li herêmê li Nivîsgeha PYDʹê ya bajêr civînekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî nirxandinên rewşa siyasî li hola giştî ya civînan a bajarê Holê panelekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ʹBi hevgirtina reng û bedewiya wan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikinʹ Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê pêşangeha xwe ya 5ʹemîn li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)