Li Şêxmeqsûdê rojbûna pêxember hat pîrozkirin

Saziya Olî ya bajarê Helebê bi boneya rojbûna pêxember merasîmên olî û şahî li dar xistin.

16 îlon, 2024   23:52
HELEB

Saziya Olî ya Helebê bi boneya rojbûna pêxember Mihemed li mizgefta mezin a Şêxmeqsûdê ku li beşa rojhilatê taxê ye merasîmên olî û şahî li dar xistin. Di pîrozkirinê de girseya gel ji pêkhate, nûnerên ji Meclisa Leşkerî ya YPGʹê-Helebê û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Piştî nimêjê, ayetên ji Qurana Pîroz hatin xwendin. Dûre hevserokê Saziya Olî ya Helebê şêx Elî El Hesen û endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Qasim Emîn axaftin kirin.

Axêveran li ser peyama pêxember Mihemed û rola ola îslamê di pêkanîna rêgezên lêborîn, hezkirin û hevgirtinê de û çandina exlaqê de axivîn.

Her wiha axêveran her kesên bi navê ol sûcan dikin, mîna ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî xelkê sivîl ên li herêmên dagirkirî bi taybet li bajarê Efrînê dikin, rexne kirin.

Di dawiyê de axêveran rojbûna pêxember li tevahî gelên cîhanê bi taybet muslimanan pîroz kir û hêvî kir ku li tevahî cîhanê aştî misoger be.

Piştî axaftin bi dawî bûn, koma ʹHub Nebî Yecmeune (Hezkirina Pêxember me li hev kom dike)ʹ ya Saziya Olî gelek sirûdên olî pêşkêş kirin.

(fr