ʹJinan bi felsefeya ʹJin, Jiyan, Azadîʹ bersiva pergalên dijber daʹ

Endama Meclisa Kongra Star Bêrîvan Yûnis diyar kir ku serhildana ʹJin, Jiyan, Azadîʹ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek encam bi dest xistin û diruşma serhildana bi awayekî fireh belav kir.

ʹJinan bi felsefeya ʹJin, Jiyan, Azadîʹ bersiva pergalên dijber daʹ
17 îlon, 2024   04:40
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya beriya 2 salan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêrseke mezin û mezin çêkir. Bi wê re bi lez bi pêşengiya jinê vegerî serhildana girse. Di serhildanê de daxwaza demokrasî û azadiyê li tevahî Îran û cîhanê hat kirin.

Di navbera jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de dengên wan bilind bû. Jinan diruşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ ku diruşma tevgera jinan li Kurdistanê ye, ku Rêber Abdullah Ocalan forma vê diruşmê danî, bilind kir. Bi awayekî berifeh piştgiriyê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di serhildana wan de hat kirin, bi taybet jinên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Piştî 2 sal di ser serhildanê re derbas bûn, hîna tevgerên jinan di oxira xurtkirina demokrasiyê û misogeriya azadiya jinan de tê dikoşin. Di vê çarçoveyê de endama Meclisa Kongra Star Bêrîvan Yûnis bandora serhildanê li ser tevahî jin û encamên wê nirxandin.

Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de diruşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ weke bang û peyama ji tevahî jinan re ji bo şikandina qeyd û zincîrên koletiyê ku pergalên destpot û baviksalarî ferz kirine, bi nav kir.

Bêrîvan diyar kir ku ji bo ku civakê ji rastiya wê ya civakî bi dûr bixe kapîtalîst êrişên tûj pêk tîne, têkiliyên lîberal xurt dike, têgeha azadiya ferd bi pêş dixe. Bêrîvan wiha got: "Pergala kapîtalîstê dixwaza pergala civakî bi belavkirina fikir û nêrînên derbasî civakê û jiyana wê dike, civakan ji rastiya wê bi dûr bixe, biguhere."

Bêrîvan diyar kir ku serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistanê bi xwespartina li felsefeya ʹJin, Jiyan, Azadîʹ bersiva tevahî siyasetên rejîmên hewl da ratiyên berovajî bike ye. Bêrîvan anî ziman ku ev feslefeya ku Rêber Abdullah Ocalan daniye, nîşaneya têkiliya jinê bi xweza û jiyanê re ye û xwedî dîrokeke dirêj e. Bi wê re ev felsefe di avakirina civakeke azad de hevrêya têkoşîna jinan e.

Bêrîvan wiha pê de çû: "Berxwedana jinan, birêxistinkriina çalakiyan û piştgiriya tevahî jinan serhildanê re bersiva herî guncaw a tevahî siyasetên çewisandin û tundiya li dijî tevahî jinan û civakê ye."

Bêrîvan wiha li gotina xwe zêde kir: "Jin di sedsala 21ʹê de serî hilda û felsefeyeke nû hilbijartin da ku bibêjin ew dikarin ji zulm û koletiya li ser wan hatine ferzkirin xelas bibin, nifşekî nû ku bikare bi aştî û hezkirin bijî bigihînin û jiyaneke li ser bingehîn xwezayî garantî bikin."

Bi derbasbûna 2 salan di ser serhildanê re û dengvedana wê li cîhanê Bêrîvan got veguhastina vê serhildanê li cîhanê ji bo tevahî civakan peyama xelasiyê ye.

ʹŞOREŞ DI RÊYA XWE YA RAST DE DEWAM DIKEʹ

Li ser tiştê tê xwestin ku têkoşîn were mezinkirin, Bêrîvan diyar kir ku serhildanê encamên girîng bi dest xistin û wiha got: "Îro li tevahî cîhanê diruşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ tê berzkirin. Hemû di dema qetilkirina jinekê yan jî bikaranîna zulmê û bindestiyê li dijî wê de derdikevin û vê diruşmê berz dikin."

Bêrîvan anî ziman ku beriya şoreşê jinan nikarî pankarata bi daxwaza mafên xwe bilind bikira, lê îro jin berdêl dîtin û çareseriyan pêşniyar dikin. Ev hemû bi saya şoreşa jinan û felsefeya ʹJin, Jiyan, Azadîʹ ye.

Bêrîvan Yûnis di dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku rêxistina xwe xurt bikin, xwe bi zanist û zanînê bi çek bikin, da ku jiyaneke hevbeş ava bikin, bi wê re malbateke demokrat û kesayetên şoreşger werin avakirin. Da ku bikarin welat û mafên jinan biparêzin.

(fr)

ANHA