ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 6 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17 - 6 - 2025
17 hezîran, 2025   02:00

Endamên Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk divê tevahî jinên Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk ji xwe re esas bigirin, ji ber ku aştî û demokrasiyê temsîl dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên PYD’ê bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo vegera ewle ya koçberan li warên wan û da zanîn ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hîna nikare biryarekê di vê derbarê de bide. BI WÊN Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan xebatên amadekirina navendên ezmûnan li bajarokên El Dibsî û Mensûrayê yên kantona Tebqayê didomîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Elî El Şamî hesinên xurde berhev dike û pê berhemên hunerî çêdike. Berhemên El Şamî gelekî balê dikişînin ser xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevsreokên YRA`yê yên ku nû hatine hilbijartin destnîşan kir ku ew ê ji bo xwegihandina hemû rojnamevanên li herêmê, Sûriyeyê û asta navneteweyî xebatê bidin meşandin. Plana wan a sereke ew e ku ji bo avakirina civakeke demokratîk li Sûriyeyê, bi hevkariya saziyên ragihandinê, kar bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek bi navê "Rola jinan di avakirina aştiyê û pêkanîna edaleta demkî de" li bajarê Hesekê li dar dixe. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşekê ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarokê Xas ê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê li dar dixe. (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN