Planên hevserokên nû yên YRA’yê çi ne?

Hevsreokên YRA`yê yên ku nû hatine hilbijartin destnîşan kir ku ew ê ji bo xwegihandina hemû rojnamevanên li herêmê, Sûriyeyê û asta navneteweyî xebatê bidin meşandin. Plana wan a sereke ew e ku ji bo avakirina civakeke demokratîk li Sûriyeyê, bi hevkariya saziyên ragihandinê, kar bikin.

Planên hevserokên nû yên YRA’yê çi ne?
17 hezîran, 2025   07:35
QAMIŞLO

15`ê Hezîranê, Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) kongreya xwe ya 7’an bi beşdariya hejmareke mezin a rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Li kêlek nûkirina rêziknameya YRA`yê û hilbijartina endamên meclisa giştî, hevserokên yekitiyê Idrîs Henan û Evîn Îbrahîm ji aliyê delegeyan ve hatin hilbijartin.

Her du hevserok peyama xwe ya piştî erkwergirtinê bi me re parve kirin.

Evîn Îbrahîm diyar kir ku planên wan ên ji bo xwegihandina tevahiya rojnamevanan bi taybet rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê û li ser asta navneteweyî hene û got: “Ji bo em karibin bi pêşengtiya rojnamevanên jin qada çapemeniya azad li ser esasê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo geş bikin, em ê xebatê bidin meşandin. Rojnamevan bi îradeyeke mezin qada çapemeniya azad ava kirin, hêviya me heye ku em bi hev re vê rêyê bidomînin.”

Idrîs Henan da zanîn ku hebûna ragihandineke azad di nava dezgehên çapemeniyê yên di nava aloziya Sûriyeyê de derketin, ji bo gelê têkoşer hewceyeke exlaqî bû û ya hebûnê ye. Ji bo avakirina civakeke li ser rêgezê heqîqetê ragihandina azad di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê karîbû pêşengtiyê bike û wiha anî ziman: “Di vê pêvajoyê de erka me ya sereke wekî YRA`yê bi hevkariya saziyên ragihandinê ew e ku ji bo avakirina civakeke demokratîk li Sûriyeyê em xebateke bi hêz bidin meşandin.”

EVÎN ÎBRAHÎM Û IDRÎS HENAN KÎ NE?

Evîn Îbrahîm sala 1987`an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Fakulteya Rêvebirina Kar a girêdayî Zanîngeha Helebê temam kiriye, beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012) mamostetî kiriye.

Evîn sala 2018`an dest bi xebatê ragihandinê kiriye, di Ronahî TV de (beşê Soranî) nûçegihantî û amadekariya bernameyan kiriye. Ji sala 2019`an heta niha di Aryen TV de xebata xwe didomîne. Sala 2020`an di radyoya “Dengê Welat” de salekê xebitî ye û di Nefel Production de ji 2019`an heta niha di rêveberiya jin de ye.

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) ye û herî dawî, endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) yê bû.

Idrîs Henan sala 1972`an li bajarê Efrînê ji dayik bûye. Qonaxa amadehî temam kiriye.

Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re cihê xwe di Saziya Zimanê Kurdî (SZK) girtiye û mamostetiya zimanê Kurdî kiriye.

Ji sala 2016-2018`an ve endamtiya rêveberiya radyoya “Dengê Efrîn” kiriye û tê de wekî pêşkêşvan xebitî ye.

Ew yek ji endamên komîteya avakirina beşê zimanê Kurdî (2013) di Rojnameya Ronahî de ye, ji wê demê ve heta niha endamê Rojnameya Ronahî ye. Ji 2021-2024 di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) edîtortiya beşê Erebî kiriye.

(sb/fr)

ANHA