Li Şamê Hêzên Ewlekariyê êrişî xwepêşandêran kir

Xizmên hin girtiyên di girtîgehên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de îro danê sibê li ber girtîgrja Kefer Sûsê xwepêşandaneke nerazîbûnê ya aştiyane li dar xist. Xwepêşandêran daxwaza azadkirina zarok û xizmên xwe û diyarkirina çarenûsa wan kir. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Ewlekariyê ji bo çalakiyê bi dawî bike destwerdan kir û gotinên xerab ji xwepêşandêran re gotin ku di nava wan de jin jî hebûn.

Li Şamê Hêzên Ewlekariyê êrişî xwepêşandêran kir
16 hezîran, 2025   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir kir ku îro sibehê hejmarek ji malbatên girtiyan li ber girtîgeha Kefer Sûsê ya li Şamê xwepêşandanek lidar xist û daxwaza berdana xizmên xwe yên girtî û diyarkirina çarenûsa wan kir.

Li gorî SOHR’ê, Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, bi darê zorê ew xwepêşandan bi dawî kir.

Endamên ewlekariyê li xwepêşandan da û gotinên xerab ji wan re kirin ku di nava wan de jin jî hebûn, vê yekê tirs û aloziyek li nava xelkê de derxist.

Ev sûc di demekê de hat ku daxwazên gel ên di aliyê mafên mirovan de zêde dibin bi taybet ji bo diyarkirina çarenûsa bi hezaran girtiyan di girtîgehên Sûriyê de, misogerkirina hesabxwestija ji wan û rawestandina binpêkirinan.

(ac)

ANHA