Ji Til Temirê banga parastina aştiya navxweyî

Di civîna Însiyatîfa Gel a bajarê Til Temirê de li dijî fitine û kîndariyê banga xurtkirina hevgirtina civakî û parastina aştiya navxweyî hatin kirin.

Ji Til Temirê banga parastina aştiya navxweyî
16 cotmeh, 2026   23:05
HESEKÊ

Însiyatîfa Gel a bajarê Til Temirê bi armanca şîrovekirina bûyerên dawîn û hewldanên derxitina fitine û nakokiyan,  civînek li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xist. Şênî, rûspiyên bajêr, endamên saziyên civakî û hevserokên komînan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de girîngiya hevgirtina civakî, parastina jiyana hevbeş, xurtkirina rihê berpirsyariyê li hemberî rûdan û pirsgirêkan hatin vegotin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mistefa Mihemed axivî û anî ziman ku divê aştiya navxweyî were parastin, rê li ber kîndarî, fitne û provokasyonan were girtin.

Mistefa Mihemed bal kişand ser hişyarî û tevgera bi berpirsyar û banga xurtkirina diyalogan û parastina çanda hevdin qebûlkirinê û pêşgirtina li hewldanên parçekirina di navbera şêniyan de kir.

Mihemed di dewama axaftina xwe de îşaret bi rola rûspiyan û hevserokên komînan di belavkirina çanda lêborîn û piştgiriya hev de kir û got, divê pirsgirêk bi rêya diyalogan werin çareserkirin û têkiliyên civakî werin pêşxistin.

(bb)