Li gundewarên Şamê dengê gulebaraneke dijwar hat bihîstin

Li gundewarên Şamê dengê gulebaraneke dijwar hat bihîstin. Li gorî hin agahiyan dronên nenas hatin hedefkirin.

Li gundewarên Şamê dengê gulebaraneke dijwar hat bihîstin
16 cotmeh, 2026   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li derdora Qudseya û bajarokê Hama yên gundewarên Şamê de dengê gulebaranê hat bihîstin. Li gorî agahiyan dronên nenas li ser Hamayê digerin.

Çavkaniyên xwecih der barê bûyerê de agahî dan ku artêşa Sûriyeyê li cismên nenas li asîmanê herêmê didin.

 Lê li gorî agahiyên din, nuqteyeke hêzên parastinê ya li derdora bajarokê bi doçkaya 23 mm dronek kir hedef.