ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2026
17 hezîran, 2026   02:00

- Siyasetmedar Remo Heyder û Nûrhat Şindî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wek gaveke girîng ber bi xurtkirina çareseriyên siyasî û diyalogan ve nirxand û got krîzên heyî nêzîkatiyên siyasî û aştiyane hewce dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Siyasetmedar Ebdulîlah Erebo diyar kir ku bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin bandoreke mezin li ser gelê Kurd dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Rûspî û çalakvan Fadî Bedriyê anî ziman ku pêdiviya Siwêdayê pê heye ku bi xwe pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike û got di vê pêvajoyê de yekitiya gelê Siwêda girîng e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Di salvegera 4‘emîn a şehadeta cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Dêrik de, malbata wî daxwaza hesabpirsînê ji kujeran kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li Cizîrê xwediyên bîrên çandiniyê bi tîmên agirkujiyê re dibin alîkar û avê ji bîrên wan digirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li Navenda Ciwanên Şoreşger sersaxiyê dide malbatên şehîd Cûdî Dêrik, Koçerîn Lavîna û Kînda Brûsk, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê-Şaxê Girkê Legê bi sernavê "Tu rewşa Kurdan çawa dibînî", li Nivîsgeha xwe ya bajêr, şevbuhêrkeke diyalogê organîze dike, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Mîhrîcana Şano ya Zarokan a Hêvî di roja duyamîn a dawî de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê didome, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN