Mazlûm Ebdî naveroka hevdîtina xwe bi Barzanî û Barak re eşkere kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mazlûm Ebdî, diyar kir ku wî bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê, Tom Barak mijara entegrekirina QSD û Rêveberiya Xweser di nav saziyên Sûriyeyê gotûbêj kir.

Mazlûm Ebdî naveroka hevdîtina xwe bi Barzanî û Barak re eşkere kir
17 hezîran, 2026   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, Sêşemê, li Herêma Kurdistana Iraqê di navbera Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê QSD, Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê, Tom Barak de civînek pêk hat.

Mazlûm Ebdî der barê naveroka civînê de li ser platforma X nivîsî: "Me li ser mijarên girîng gotûbêj kir, bi taybetî gavên ku ji bo entegrekirina hêzên me û Rêveberiya Xweser di nav hikûmeta Sûriyeyê de têne avêtin û şopandina pêkanîna peymanan bi awayekî ku pêvajoya siyasî û aramiyê xurt bike."

Ebdî got: "Me piştgiriya xwe ji bo hewildanên dijî terorê û ji bo pêşxistina çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê nîşan da."

Mezlûm Ebdî bal kişand rola piştgir a Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina aramiya herêmî û diyaloga di navbera aliyan de, ku xizmeta ewlehî û aştiya herêmê dike.

(k)