Eraqçî: Gera nû ya danûstandinên bi Washingtonê re înê dest pê dike

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku Îran û DYAˊyê roja înê dê li Swîsreyê gera nû ya danûstandinan dest pê bikin. Armanca gerê bigihîjin rêkeftineke dawî ku mijara nukleerî û rakirina cezayan.

Eraqçî: Gera nû ya danûstandinên bi Washingtonê re înê dest pê dike
16 hezîran, 2026   22:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebaq Eraqçî got Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê roja înê li Swîsreyê gera nû ya danûstandinan dest pê bikin.

Eraqçî di civînekê de li Wezareta Derve ya Îranê bi hejmarek balyoz, berpirsên karûbarên derve û serokên mîsyonên biyanî û navneteweyî yên li Tehranê, bi amadebûna çend cîgirên wezîran û rêvebirên giştî yên wezaretê re civîneke lidar xist.

Ajansa nûçeyan a hikumetê "ISNA" ragihand ku di civînê de pêşketinên di siyaseta derve ya Îranê û rewşa herêmî de, memoranduma têgihîştinê ya ku di navbera Tehran û Washingtonê de ji bo bidawîkirina şer hatiye îmzekirin, hatine nîqaşkirin.

Eraqçî got ku memoranduma têgihîştinê ya di navbera Îran û DYAˊyê de ji bo bidawîanîna şer dê roja înê bi fermî were îmzekirin, di heman rojê de jî dê gereke nû ya danûstandinan di navbera her du aliyan de dest pê bike da ku bigihîjin rêkeftineke dawî.

Eraqçî destnîşan kir ku danûstandinên piştî îmzekirina memorandumê dê 60 rojan berdewam bikin û anî ziman ku rêkeftina dawî dê li ser mijarên nukleerî û rakirina cezayan be.

(fr)