ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 3 – 2025
16 adar, 2025   02:00

Rêveberên sazî û partiyên Dêrazorê diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, azadî û avakirina siberojeke baştir pêwîstiyek e.

Tevî hemû komkujiyan jî, gelê Kurd li hemberî gefên rejîmên otorîter û hêzên herêmê yên ku hebûna wan napejirînin, têkoşîna xwe ya ji bo parastina nasname û çanda xwe didomîne.

Rojnameyên erebî diyar kir ku çavdêran peymana QSD’ê û desthilata Şamê bi sûprîzeke mezin û rizgariya ji bo serokê qonaxa derbasbûnê Ehmed El Şeri wesif kir, her wiha di rojnameyên erebî de hat nivîsandin ku hîna kolana Sûriyeyê di bin bandora bûyerên li perava Sûriyeyê de ye, di heman demê de jî girîngiya bi banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan didome.

Siyasetmedarên li Helebê diyar kir ku sîstema Rêveberiya Xweser nimûneyeke serkeftî ye ji bo birêxistinkirina civakê, pêkanîna mafên pêkhateyan û avakirina herêmeke ewle û aram. Siyasetmedaran got “Vê projeyê daxwazên gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih anîn, erkên xwe bi awayekî serkeftî pêk anîn û encamên erênî ji bo siberoja herêmê bi dest xistin.”

Em ê di beşa duyemîn de balê bikişînin ser binkeftinên civînên navneteweyî yên bi îdiaya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, rêgehên nêzîkbûna rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, normalîzekirina têkiliyan a bi rejîma Sûriyeyê re ya bi destê dewletên Ereban, qonaxên rûxandina rejîma Sûriyeyê, hêviyên sûriyeyiyan ên serxistina armancên şoreşê û astengiyên li pêşiya wan.

Li kantona Firatê bi nêzîkbûna Newrozê re amadekarî jî têne lezandin. Li bazarên kantonê firotina cil û bergên gelêrî zêde bûye.

Di salvegera komkujiya Helebce de Meclisa Bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li pêş avahiya meclisê daxuyaniyekê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Hiqûqnas û Meclisa Gelan a Demokratîk li kantona Reqayê der barê "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê de daxuyaniyên cuda didin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo redkirina "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê, li kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin. Xelkê bajarên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa ji Qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê xwepêşandanekê li dar dixin, (11:00), her wiha xelkê bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemîsê xwepêşandanekê li dar dixin, (11: 30) li Dêrikê jî xwepêşandanek ji Qada Azadî de dest pê dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Hesekê, Hol, Şedadê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê li pêşa baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li gundewarê Hesekê ji bo redkirina "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê ku mafên pêkhateyên gelê Sûriyeyê tê de tune ye, çalakiyeke protestoyî li dar dixin, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li kantona Reqayê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiyên siyasî yên Kurd li Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên dawîn li ser astên Sûriyeyî û Kurdî civînekê organîze dikin, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên kantona Efrîn û Şehba li bajarê Werzîşê yê Tebqayê têkildarî redkirina "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê daxuyaniyekê didin, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çand û Şûnwaran ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya desteyê ya Reqayê klîbekê ji bo strana "Sûriyê bixemlînin" pêşkêş dike, (20:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi nêzbûna Cejna Newrozê, xelkê bajarê Til Temirê agirê Newrozê li bajêr pêdixe, her wiha pîrozbahiyên Newrozê li taxên Hesekê jî didomin. BI WÊNE Û DÎMEN