Di teqîna li Laziqiyê de 5 kes mirin

Di encama teqîna li bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyeyê de 5 kes mirin û 14 jî birîndar bûn.

Di teqîna li Laziqiyê de 5 kes mirin
15 adar, 2025   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku welatiyekî li taxa El Remil a bajarê Lazqiyê hewl da moşekek ji bermahiyên şer ji hev parçe bike ku bifiroşe, di encamê de teqiya û bi xwe re 5 kes kuştin û 14 jî birîndar kirine.

Çavkaniyan diyar kiribû ku di encama teqîna ku bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyeyê hejandiye, avahiyek ji 4 qatan hilweşiyaye.

(fr)