Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne

Li kantona Firatê bi nêzîkbûna Newrozê re amadekarî jî têne lezandin. Li bazarên kantonê firotina cil û bergên gelêrî zêde bûye.

Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
Bazarên kantona Firatê bi rengên Newrozê xemilîne
16 adar, 2025   07:50
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Bi nêzîkbûna Newrozê re, bazarên kantona Firatê bi qumaşên rengîn û cil û bergên folklorîk ên kurdî hatine xemilandin. Wekî salên din, îsal jî li bazar qerebalix in û dikan bi cil û bergên folklorîk ên kurdî tijî bûne.

Têkildarî amadekariyên Newrozê, şêniyên Kobanê ya kantona Firatê nêrînên xwe anîn ziman.

Ebdilqadir Nebo ku cil û bergên kurdî didirû, wiha got: “Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî vîna gel xurt e, gel dîsa amadekariyên xwe ji bo Newrozê dike.”

Nebo wiha pê de çû: “Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî yên wekî meles, şeir, îcqor, kiras, xeftan û benvank qadên Newrozê dixemilînin.”

Ferîha Beko jî ku ji bo Newrozê amadekarî dikir, wiha got: “Newroz ji bo me Kurdan rojeke pîroz e û dîrokî ye. Me dest bi amadekirina cil û bergan kiriye ji bo ku em Newroza xwe bi bedewbûna xwe pêşwazî bikin. Lewma ez hatime bazarê da ku pêdiviyên pêwîst ji bo xwe û zarokên xwe bikirim.”

Ferîhayê wiha lê zêde kir: “Em bi hêvî ne ku Newroza îsal bibe Newroza aştî, demokrasî û azadiyê ji bo hemû gelê Sûriyeyê, em ê bi cil û bergên xwe yên kurdî Newroza xwe bi coş û moral pêşwazî bikin.”

ANHA