ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-08-2026
16 tebax, 2026   02:00

Xelkê bajarê Çilaxayê got zimanê wan dîrok û nasnameya wan e, divê Ii hemû saziyên dewletê were bikaranîn û di destûra Sûriyeyê de were naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzera Raniya Erîc rewşa jinên Siwêdayê nirxand û got “Piştî bûyerên 2025`an berpirsyariya jinên Siwêdayê giran bûye û pêdiviya wan bi kar heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Yekpar a bajarê Qamişloyê bi kurtefîlmê ‘‘Mafek Biçûk‘‘ dê tev li Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn  bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Helbestvan Nûrhan Hesen  di dîwana xwe ya yekemîn a helbestan de serpêhatiya xwe ya koçberiya ji Efrîn, heya Şehba û ji Şehba heya Qamişloyê vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Vegera koçberên Serêkaniyê li warê xwe, pirsgirkên ewlehiyê, her wiha cezayê darvekirina Beşar Esed û dosyaya tengava Hurmuzê, dîsa jî peymana Mekayê û siberoja Xezayê rojevên sereke yên medyaya erebî bûn.