Rojevên hefteyekê; vegera koçberên Serêkaniyê û cezayê bidarvekirina Esed

Vegera koçberên Serêkaniyê li warê xwe, pirsgirkên ewlehiyê, her wiha cezayê darvekirina Beşar Esed û dosyaya tengava Hurmuzê, dîsa jî peymana Mekayê û siberoja Xezayê rojevên sereke yên medyaya erebî bûn.

Rojevên hefteyekê; vegera koçberên Serêkaniyê û cezayê bidarvekirina Esed
16 tebax, 2026   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Medeyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî bal kişandin ser geşedanên li Sûriyeyê, bi taybetî vegera koçberên Serêkaniyê li warê xwe û pirsgirêkên ewlehiyê, cezayê bidarvekirinê yên li dijî Beşar Esed û rayedarên rejîma wî, her wiha rewşa tengava Hurmuzê, hevpeymana Mekayê û dosyaya Xezayê.

VEGERA KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ DI BIN CERIBANDINÊ DE YE

Vegera bi sedan malbatên koçberên ji Serêkaniyê ya li warê xwe di rojnameyan de cih girtin.

Rojnameya El Erebî El Cedîd bi bîr xist ku zêdetirî 400 malbat vegeriyan warê xwe, lê pirsgirêkên girêdayî milkiyeta malan hene û rewşa malan piştî çend salan ji koçberiyê hatiye guhertin.

Rojnameya Indepentend Erebiya jî behsa aliyê mirovî û ewlehî yê vegera koçberan, herî dawî rawestandin vegerê piştî êrişa li ser şêniyan kir. Rojnameyê daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî ya şermezarkirina êrişên li ser karwanê koçberên Serêkaniyê parve kir.

Hate gotin, serketina qonaxa veguhêz girêdayî garantiyên ewlehiyê, çareserkirina dosyaya milkan û amadekirina mercên vegera ewle ye.

CEZAYÊ BIDARVEKIRINA EL ESED

Cezayê bidarvekirinê yên li dijî serokkomarê berê yê Sûriyeyê Beşar El Esed, Mahir El Esed û Atif Necîb di rojnameyan de cih girt.

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku ku ceza di çarçoveya pêvajoya hesabpirsînê ji rayedarên rejîma berê de hatine birîn û bi dosyayên din wekî "Bermahiya mîrateya nûkleerî ya Esed" û "Agahiyên girêdayî malpera 99‘an" ve girêda.

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî ceza wekî destpêkirina qonaxa hesabpirsîna ji ber sûcên ku ji sala 2011‘an ve hatine kirin, nirxand. Her wiha behsa îhtîmalên wernegirtina Beşar Esed ji Rûsyayê û pêknenîna cezayê kir.

CEZAYÊ BIDARVEKIRINÊ LI RAYEDARÊN REJÎMA BERÊ

Li aliyekî din jî rojnameya El Quds El Erebî bal kişand ser pîrozbahiyên ku malbatên qurbaniyan li Derayê ji bo cezayê bidarvekirinê li dar xistin. Tora El Erebiya jî cih da astengiyên ku dibe li pêşiya girtina Esed û pêkanîna cezayê derkevin.

ALOZIYA HURMUZÊ Û HEVPEYMANA MEKAYÊ

Aloziya tengava Hurmuzê û dan û standinên Amerîka-Îranê di medyayên erebî de jî cih girt. Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser nakokiyên domdar ên der barê şertên bidawîanîna şer û siberoja tengavê. Rojnameya El Erebî El Cedîd jî îşaret bi girêdana Îranê ya bi şertên xwe ve kir. Her wiha rojnameya El Nehar behsa bandorên zextên aborî û îhtîmalên ku bersivên Îranê veguhere rêbazên din ên deryayî.

Medyaya erebî "Hevpeymana Mekayê" ya parastina hevpar a di navbera Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê de nirxandin. Rojnameya Şerq El Ewsat der barê mijarê de bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gotiye, hevpeyman aliyê pêşgirtinê xurt dike. Rojnameya Euronews Arabia jî bal kişand ser nakokiyên di helwesta Îranê ya li hemberî hevpeymanê de.

XEZA Û QONAXA BÊ

Siberoja Xezayê, çekên Hemas, nakokiyên li ser bicihanîna peymana agirbestê, her wiha cihê Hemasê di çareseriyên bê de, îhtîmalên berdewama rageşiyê û bandora wê li ser hesabên herêmî û navneteweyî wekî rojevên sereke di medyaya erebî de cih girtin.

(bb)