Qeterê îdiayên girtina du pîlotên îranî red kirin

Qeterê îdiayên Îranê yên girtina du pîlotên wê red kirin û destnîşan kir ku wê cenazeyê pîlotekî li gorî qanûnên navneteweyî radestî Îranê kir.

Qeterê îdiayên girtina du pîlotên îranî red kirin
15 tebax, 2026   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Qeterê îdiayên Îranê yên girtina du pîlotên wê red kirin û daxuyand ku desthilata welatê wî li gorî qanûnên navneteweyî nêzî bûyer bû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El Ensarî got, piştî ku pîlotan qada hewayî ya Qeterê binpê kirin, desthilata Qeterê bi wan re peywendî danî, lê piştî ku bersiv nedan rêgezên şer da meşandin.

Ensarî anî ziman ku tîma lêgerîn û enqezê ya Qeterê lê cenazeyên her du pîlotan geriya, piştî ku cenazeyê polîtekî dît li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî radestî Îranê kir.

Berpirsê Komîteya Lêkolîna Windayan a Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê Baqir Zada îro gotibû, Qeterê ji 6 mehan ve 3 pîlotên Îranî girtine.

Zada bi bîr xist ku di operasyonên leşkerî yên Adarê de balafirên Sukhoi-24 ên pîlot; Cewad Salihî, Ebdulmecîd Deştiyan û Umran Behroşiyan ketibû û ew jî ketine destê hêzên Qeterê.

(bb)