ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-06-2026
16 hezîran, 2026   02:00

- Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku naskirin mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de û bicihanîna wan mîsogeriya edalet û wekheviyê ye, di heman demê de dê yekitî û pirrengiya li welat xurt bike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Aşûrî, Keldanî û Suryanî roja 16`ê Hezîranê komkujiyên Sêfo yên bi destê Osmaniyan pêk hatine, bi bîr tînin. Di çalakiyên xwe de daxwaz dikin ku ev komkujî qanûnî were lêpirsînkirin û hesab were xwestin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Parêzer û çalakvana Durzî Şirûq Ebû Zêdan got divê gelê Sûriyeyê bi rêya hilbijartinên demokratîk nûnerên xwe yên parlamentoyê hilbijêre. BI WÊNE Û DÎMEN

- Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê amadekariyê dike ku Mîhrîcana Wênekêşên Fotografiyê ya 2`yemîn 20`ê Hezîranê li dar bixe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê bi dirêjahiya rojên 16 û 17ˊê Hîzranê, çalakiyên Festîvala Şanoya Zarokan dest pê dikin, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik, endamê Asayîşê şehîd Cûdî Dêrikê oxir dike û merasîma xiyabî ji bo şervanên YPJˊê Koçerîn, Lavîna û Kîna Brûsk li dar dixe, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN