Karwana Dayikan gihîşt Bremenê

Baskê bakur ê "Karwana Dayikan" di çarçoveya rêwîtiya xwe ya ji Hamburgê ber bi Berlînê ve gihîşt Bremenê. Jinan dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" berz kirin, li dijî şer û çekan daxwaza aştî û edaletê kirin.

Karwana Dayikan gihîşt Bremenê
15 hezîran, 2026   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Baskê bakur ê "Mutterkarawane (Karwana Dayikan)" ku bi armanca têkoşîna mafên jinan li Ewropa û cîhanê berfireh bike û li dijî şer û çekan dengê aştiyê bilind bike ji Hamburgê ber bi Berlînê ve derket rê û gihîşt bajrê Bremen ê Almanyayê.

Di civîna ku ji hêla tora jinan “Dara Bremenê” ve li Bremenê hate organîzekirin de jinan peyama hevgirtinê û têkoşîna hevpar dan.

Jinan li ber Horner Eck kom bûn û pankarta “Karawane fur Menschlichkeit (Karwana ji bo mirovahiyê)” û "Jin, Jiyan, Azadî" hilgirtin û daxwaza aştî û azadiyê kirin.