Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê

Xelkê bajarê Dêrikê bi konserekê piştgirî da şervanên YPJˊê û got ew ê piştevaniya xwe ji fedakarî û hewldanên wan re bidomînin.

Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê
Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê
Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê
Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê
Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê
Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê
Li Dêrikê konsera piştgiriya YPJˊê
15 hezîran, 2026   22:51
QAMIŞLO

Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Dêrikê, bi piştevaniya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û piştgiriya rola wan li herêmê, bi amadebûna bi dehan şênî û endamên saziyên bajêr, konserek li dar xist.

Girse li Parka Dicle ya Dêrikê kom bû. Li wir stranbêj Sumeye Mihemed bixêrhatina amadebûyan kir û diyar kir ku ew ê piştgiriya YPJˊê û daxwaza fermîkirina mafên wan di destûra Sûriyeyê de bidomînin.

Sumeye pesna rola YPJˊê di rizgarkirina hezran jinan û rûbirûbûna çeteyên DAIŞˊê û parastina mafên jinan de da.

Piştî axaftinê, komên Stêra Zêrîn û Yesna û stranbêj Cazî Hinco stranên pêşkêş kirin.

Çalakî bi gerandina dilanan digel atmosfêreke coş û şadiyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA