ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2024
16 gulan, 2024   02:00

PDK`ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî ku bi gorê bavê xwe sond xwaribû ku qet bi dewleta Tirk re hevkariyê neke, komkujiyek li dijî şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê yên birîndar û welatparêzan kir.

Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Tebqayê li bajar û bajarokên kantonê 9 lijneyên hilbijartinan ava kirin.

Malbata girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl ku ev 3 sal in serbestberdana wî tê taloqkirin, diyar kir ku Dijwar nexweşe û ew li ser jiyana wî di nava fikaran de ne.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ruxmî astengî û zehmetiyan jî vîneke bihêz hebû ku şênî fêrî zimanê dayikê bibin. Ev vîn, hêmanê sereke ya guhertina siberojê bû ku êdî bi serbestî fêrî kurdî dibin.

Li gundên kantona Dêrazorê jin ji bo veguhastina baran û peydakirina pêdiviyên xwe yên rojane erebaneyan bi kar tînin û diyar dikin erebane berevajî erebeyan dostê jîngehê ne.

Siyasetmedara sûriyeyî Semîre Mibeyd got nakokiyên di navbera Îran û hikumeta Şamê de, ji ber helwesta siyasî û leşkerî ya hikumeta Şamê ya li hember şerê li Xezayê ye.

Xelkê bajarê Ebû Qelqel ê kantona Minbicê ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji pêş Meclisa Sivîl a Ebû Qelqel meşekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Şedadê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Egîd Kobanê oxir dike û merasîma xiyabî ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Denîz Aras Kobanê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)