Malbata girtiyê azadiyê: Em ji jiyana wî bi fikar in

Malbata girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl ku ev 3 sal in serbestberdana wî tê taloqkirin, diyar kir ku Dijwar nexweşe û ew li ser jiyana wî di nava fikaran de ne.

Malbata girtiyê azadiyê: Em ji jiyana wî bi fikar in
16 gulan, 2024   05:06
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Girtiyê azadiyê Dijwar Nesrî Îsmaîl (Ridwan Îsmaîl) ê 64 salî, ji gundê Sinceqa Sedûn ê bajarê Amûdê ye. 17`ê Îlona 1991`an ji ber xebatên xwe yên di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin. 

Dadgeha Tirk cezayê muebedê li Dijwar Îsmaîl birî û ev 33 sal in di girtîgehê de ye. Li gorî yasayên Tirkiyeyê kesên ku cezayê muebedê li wan hate birîn, piştî ku 30 sal di girtîgehê de man pêwîste serbest bên berdan.

Cezayê Dijwar Îsmaîl jî, 5`ê Îlona 2021`an bi dawî bûye, lê ev 3 sal in bi hincetên cuda berdana wî tê astengkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Dijwar Îsmaîl niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1`an a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û nexweşe, li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di nava 384 girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin de girtiyê ku berdana wî herî zêde tê taloqkirine.

Birayê Dijwar Îsmaîl Tewfîq Îsmaîl derbarê mijarê de ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku midûrê girtîgehê ji birayê wî re gotiye, “Hetanî ez li vir bim, ez ê nehêlin tu serbest werî berdan”.

Tewfîq Îsmaîl da zanîn ku birayê wî nexweşe lewma metirsiya wan li ser jiyana wî heye û got: “Beriya 2 hefteyan Dijwar bi me re axivî û got `ji ber nexweşiyê min 10 rojan xwarin nexwariye`, Dijwar ji midûrê girtîgehê re gotiye `heke ev rewş dewam bike ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim`.”

Li aliyê din Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan, rewşa Dijwar Îsmaîl bir rojeve meclisa Tirkiyeyê û xwest ku li ser bê rawestîn.

(a)

ANHA