Rejîma Îranê girtiyekî Kurd darve kir

Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku girtiyê Kurd ê bi navê Xesrew Beşaret ku xelkê Mihabadê ye, piştî 14 salan di girtîgehê de ma ji aliyê rejîma Îranê ve li Girtîgeha Qizilhesarî ya bajarê Kerecê hat darvekirin.

Rejîma Îranê girtiyekî Kurd darve kir
15 gulan, 2024   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê eşkere îro girtiyekê Kurd ê bi navê Xesrew Beşaret ê ji bajarê Mihabadê ji aliyê rejîma Îranê ve li Girtîgeha Qizilhesarî ya bajarê Kerecê hat darvekirin.

Li gorî agahiyan, girtiyê Kurd Xesrew Beşaret roja 1’ê Gulanê ji bo cîbicîkirina hukmê darvekirinê bo hucreya takekesî hatibû veguhestin û herî dawî roja duşemê (13.05.2024) 20 deqeyan destûr hate dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Girtiyê Kurd Xesrew piştî derbasbûna zêdeyî 14 salan di girtîgehê de îro danê sibê li Girtîgeha Qizilhesarî ya bajarê Kerexê ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.

Xesrew Beşaret (39) di sala 2010’ê de li Mehabadê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve bi tometa kuştinê hat girtin. Ew bo Îdareya Îtlaeta Urmiyeyê hat veguhestin. Bi salan di bin îşkenceyên derûnî, fîzîkî de neçarî kirin ku li ser xwe bide.