ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-01-2024
16 ÇILE, 2024   07:41

 Endamên Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Reqayê destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a dagirkrer ji êrişan vejandina DAIŞ’ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamekî Malbenda Heleb a Rewşenbîrî diyar kir ku dorpêça hikumeta Şamê li ser xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye vîna gel naşkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Lêkolîneran geşedanên li peravên Afrîkayê nirxand û diyar kir ku li peravên Afrîkayê di navbera DYA û Rûsyayê de şerekî sar heye. (BI WÊNE).

Rêxistinên Civaka Sivîl ên li Helebê civîna xwe ya salane li hola Telet Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixin, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Artêşa Tirk a dagirker di 72 saetên dawîn de 83 cih kirin hedef. Di êrişan de 7 welatî birîndar bûn. Piraniya cihên xizmetguzariyê yên hatin bombebarankirin ji xizmetê derketin. (BI WÊNE).

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li  ser stasyonan de 2 mîlyon û nîv şêniyên kantona Cizîrê ji kahrebe, av, xaz û niftê bêpar hatin hiştin. (BI WÊNE).

Şêniyên Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyekê li gundê Girzîro li dar dixin, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên navçeya Amûdê jî li dijî êrişan çalakiyekê li Qada Jina Azad li dar dixin, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şeremzarkirina êrişan çalakiyan li ber avahiya şaredariyê, navenda çandiniyê û dadgeha gel li dar dixin, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Însiyatîfa Gel li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyekê li ber avahiya Saziya Ceyranê ya navçeya Çilaxa li dar dixe, saet di 11.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li navçeya Şedadê meşek bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin, saet di 12.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, saet di 12.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Festîvala Şanoyê ya Mîtan di roja xwe ya 6’an de li Şehbayê dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA