Li Stûttgart û Swîsreyê kampanyaya ‘100 hezar qertan’

Li Stûttgart û Swîsreyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya “100 hezar qert”  hat destpêkirin û bi dehan qert ji Girtîgeha Îmraliyê re hatin nivîsîn.

Li Stûttgart û Swîsreyê kampanyaya ‘100 hezar qertan’
Li Stûttgart û Swîsreyê kampanyaya ‘100 hezar qertan’
15 ÇILE, 2024   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gelên Kurdistanê (FED-GEL) ragihand ku ji bo ji Rêber Abdullah Ocalan re qertan bişînin ji bajarê Stûttgartê yê Almanyayê dest bi kampanyayê kir.

Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê de ku Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça jî amade bû, ji bo ragihandina kampanyayê bang li raya giştî hat kirin.

Rûken Akça diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî ya ku tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd de tê ragirtin û got ku çareseriya pirsgirêkên hem li Tirkiye û hem jî li Rojhilata Navîn di paradîgmaya nû û azadiya Rêber Abdullah Ocalan de derbas dibe.

Rûken Akça banga xwedîderketin û beşdarbûna kampanyayê li her kesî kir.

Li paytexta Kantona Vallaîs a Swîsreyê Sîonê Kampanyaya “100 hezar qertan”  ji bo Rêber Abdullah Ocalan,  hat destpêkirin.

Piştî çalakiya taştê ya bi pêşengiya Centre Culturel Kurde du Valais (Navenda Çanda Kurd a Valaîsê) hat lidarxistin, li ser navê Navenda Çandê Rûşen Tutku têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û kampanyaya ku hatiye destpêkirin agahiyan da.

Rûşen Tutku anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di nava 25 salên dîlgirtina xwe de di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Girava Îmraliyê de li dijî pergala qirkirinê têdikoşe. Rûşen Tutku bi bîr xist ku li 74 welatên cîhanê ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêngav hatiye destpêkirin û got: “Em weke Kurdistanî bi awayekî aktîf beşdarî vê kampanyayê bûne û bi çalakiyan di nava seferberiyê de ne. Kurd û raya giştî ya bi hesasiyet tevdigerin tecrîda li ser Rêbertî tenê bi wî re sînordar nakin. Dizanin ku ev tecrîd paradîgmaya Rêbertiyê ya alternatîfa modernîteya kapîtalîst e. Ew bi taybetî dixwazin jin û ciwan vê kampanyayê bi xurtî hembêz bikin û peyamê da wan ku tecrîd arasteyî wan e.”

Piştî axaftina Rûşen Tutku ji bo ku ji Girava Îmraliyê re bê şandin bi dehan qert hatin nivîsandin.

Kampanyaya “100 hezar qertan” wê vê hefteyê jî li gelek navendên Swîsreyê bidome.