Li perava Afrîkayê şerê Sar ê DYA û Rûsyayê

Lêkolîneran geşedanên li peravên Afrîkayê nirxand û diyar kir ku li peravên Afrîkayê di navbera DYA û Rûsyayê de şerekî sar heye.

Li perava Afrîkayê şerê Sar ê DYA û Rûsyayê
16 ÇILE, 2024   07:41
QAHÎRE
MUHSIN EL MISRÎ

Dezgehên çapemeniyê yên Amerîka askera krin ku Washington plan dike li hember êrişên komên tundraw ên li herêmê, baregehên balafirên bêmirov û bi çek li gelek balafirgehên dewletên Afrîkayê mîna Gana, Sahil El Ac û Benînê ava bike.  Lêkolînerê kar û barên dewletên peravê û çolistanê û komên çekdar Mihemed Hebîb Eyb ê ji Morîtanyayê û li Pamakoyê dimîne ev mijar nirxand.

Lêkolîner Mihemed Hebîb destnîşan kir ku armanca sereke ya tevgerên Amerîka li dewletên mîna Benîn, Salih El Ac û Ganayê, ew e ku nêzî herêmên hegemoya Rûsyayê be nemaze ku hêzên Wangir li dewletên mîna Malî, Borkîna Faso û Nîjerê belav in.

Li gor Hebîb: "Mesele ne girêdayî têkoşîna li dijî terorê ye nemaze ku Amerîka ev deh sal in li herêmê herêmê û ruxmî wê şiyanên komên terorîst bi awayekî mezin xurt bûn."

Hebîb wiha domand: "Tenê ji bo ku hebûna Rûsya li herêmê tengav bike, Amerîka wisa plan dike. Di gelek raporan de hate bibîrxistin ku Rûsya plan dike li heêrmê 4 baregehên leşkerî ava bike, li Maliyê kargeha herî mezin a parzûnkirina zêr ava bike, efserên wê jî parastinê ji serokê Borkîna Fasoyê peyda dike. Axaftin hene ku Wagnir xebatên ewlehiyê li Nîjerê bi rêve dibin."

Li gor lêkolîner, DYA plan dike ku balafirên bêmirov û biçek li dewleta Benîn ê cîranê Nîjerê, Sahil El Ac ku li eniya Maliyê ye û Ganayê ku sînorên wê bi Borkîna Fasoyê re hene, belav bike.

Bi nêrîna Hebîb, hebûna Amerîka li perava Afrîkayê, mîna rewşa li rojhilatê Ewropayê ye û heta radeyeke mezin dişibe qada şerekî sar ku serenavê wê Herêma Perav û Çolistan e.

Lêkolînerê kar û barên Amerîka Alda Yaqûb jî bi Hebîb re di heman nêrîn de ye ku Washington, hewl dide koordîneyê bi dewleta Gana, Benîn û Sehil El Ac re çêbike ji bo ku rê li pêşiya Rûsyayê bigire ku li herêmê xwedî hegemonyeke berfireh e.

Yaqûb wiha pê de çû: "DYA, hewl dide bi van tevgeran, cihê xwe li herêma peravê bigire. Bikare komên çedar ên li wê herêmê bişopîne û herêmeke ewle ji xwe re peyda bike da ku wan koman bike hedef."

Yaqûb got: "DYA, gelek ji herêmê dûrketibû. Ji ber wê, hegemonya Rûsya û Çînê firehtir bû. Êdî berjewendiyên her duyan ên leşkerî û aborî yên mezin bi dewletên peravê û rojavayê Afrîkayê re çêbûn nemaze piştî ku hegemonya Fransa ji herêmê vekişiya."

LIHEVKIRINÊN LEŞKERÎ

Li gor Yaqûb Amerîka plan dike ku lihevkirinên leşkerî, aborî bi wan dewletan re îmze bike, desteka aborî û elşkerî ji wan re pêşkêş bike ji bo ku Rûsya ji wan dûr bixe û hegemonya wê li herêmê kêm bike, nexasim ku ev herêm hêdî hêdî ji hegemonya rojavayî, derdikeve û washington vê qebûl nake.

bi nêrîna Yaqûb, li perava Afrîkayê şerekî sar di navbera Amerîka û Rûsyayê de heye, her du alî li alîgirên xwe digerin ku bi rêya darbeyên gihaştin desthilata wan dewletan.

Yaqûb wiha domand: "Washington, dixwaze van dewletan ji Rûsyayê dûr bixe ji bo ku li şûna Fransayê bibe hevalbendê fermi yê wan dewletan ku di encama darbeyên dawîn de hegemonya û berjewendiyên Fransa li herêmê bi dawî kirin.

HEDEFGIRTINA WAGNIR

Pisporê kar û barên Rûsyayê Dr.Emro El Dîb jî got: "Danûstandinên Amerîka bi Benîn, Gana û Sehil El Ac re, gavek li dijî hebûna Wagnir li herêmê ye."

El Dîb îşaret pê kir ku ihtîmal tune ye ku DYA û Rûsya rasterast şerê hev bikin li wê herêmê û bi tevgerên xwe dixwazin fişarê li hev bikin.

Bi nêrîna El Dîb, Moskov wê li hember tevgerên Amerîka tu helwest nîşan nede, heke bide jî wê berdîl giran be bi taybet ku Rûsya nikare hegemonya xwe li dewletên din ên Afrîkayê firehtir bike.

El Dîb tevgerên Amerîka li Afrîkayê, bi pêleke nû ya şerê sar wesifand. 

(şx)

ANHA