ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 5 – 2025
15 gulan, 2025   02:00

Parêzêr Şahîn El Elî diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê kirine û divê êdî civata navneteweyî zextê lê bike da ku ji Rêber Abdullah Ocalan mafê hêviyê dabîn bike.

Her çiqasî cotkarên Til Birakê li şûna çandiniya bejî ya ji ber hişkesaliyê zirar dîtine, xwe dispêrin çandiniya avî jî, lê ji ber kêmbûna mazotê û bêbandoriya enerjiya tavê di rewşa hewayê ya nebaş de, nikarin bîrên xwe bixebitînin.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîq Xefûr diyar kir ku biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê bersiva guhertinên siyasî ye, piştî ku rola xwe ya dîrokî temam kiriye. Her wiha got divê dewleta Tirk ji bo aştî û aramiyê gavên berbibiçav biavêje.

Hevseroka SZK’ê Viyan Hesen da zanîn ku ew dixwazin zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê bi awayekî fermî were naskirin.

SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka îsal ve tevger û êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Çeteyan 83 êriş pêk anîne, ev jî nîşan dide DAIŞ hewl dide xwe jinûve xwe bi rêxistin bike û serweriya xwe vegerîne, di heman demê de jî QSD’ê di vê heyamê de gelek şane bê bandorkirin, di nav de serçete û 25 DAIŞ’ê girtin.

Çalakvanên bajarê Siwêdayê banga parastina navneteweyî û vekirina dergehekî mirovî yê bi Urdunê re kir.

Dîmenên jiyana gundan li kantona Reqayê ruhê tevkariya rojane di navbera mêr û jinan de, di warê çandinî û xwedîkirina pez de, nîşan didin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Zimanê Kurdî û bibîranîna her du fermandarên şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de komîteya amadekar a çalakiyan de li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê daxuyaniyekê dide, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Perwerdehiyê ya bajarê Til Birakê bi boneya Roja Zimanê Kurdî li navenda çandê şahiyekê li dar dixe, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Dibistanan a bajarê Amûdê bi boneya Roja Zimanê Kurdî li navenda xwe pêşangeha tabloyên hunerî vedike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji Çerxerêya Helebiyê ya li herêma 7 gundan dest pê dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN