Trump hişyariyên Netanyahu paşguh kirin û firseteke nû da Şamê

Di demekê de ku aloziyên herêmî zêde dibin, di navbera serokwezîrê Îsraîlê û serokê Amerîkayê de li ser rakirina cezayên li ser Sûriyeyê nakokî derket. Her çiqasî Netanhayu banga hişyariyê li hember tawîzên bilez ên ji Şamê re kir jî, Trump biryar da ku di planên xwe de dewam bike. Di vê yekê de Trump guh da şîretên dewletên Kendavê û Tirkiyeyê. Vê yekê fikarên Îsraîlê li ser bandorên vê gavê ji bo berjewendiyên xwe yên stratejîk li herêmê zêde kirin.

Trump hişyariyên Netanyahu paşguh kirin û firseteke nû da Şamê
14 gulan, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî payebilind ê Îsraîlê got serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ne ku biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê red kiriye, lê wî ji Trump xwest ku di vê mijarê de hişyar be û yekser cezayan raneke, ger ku ev yek wê bê kirin diviyabû gav bi gav bûya.

Li gorî rojnameya Maariv a Îsraîlê, lê tevî wê jî, berpirsê Îsraîlê got Trump li gorî berjewendiyên dewletên kendavê di serî de Erebistana Siûdî û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan tev geriya. Ev jî nîşan dide ku ew zêdetirî Îsraîlê guh dide wan.

Çavkaniyên din ji rojnameya Yediot Ahronot re destnîşan kir ku Netanyahu di serdana xwe ya meha borî de bi berfirehî bi Trump re li ser dosyaya Sûriyeyê axivî, di serî de ferihiya dewleta Tirk li Sûriyeyê û plana Enqereyê ya jinûve avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê û bejrewendiya Îsraîlê û rakirina cezayan.

Çavkaniyan got ku desthilata Şamê ya heyî rihê wê "cîhada Îslamî" ye û ji cewher ve nehatiye guherîn. Wê tenê metoda xwe bi awayekî demkî ji bo xwexurtkirinê guhertiye. Ev qonax dibe ku salek an jî du sal an jî heta 10 heta 20 salan dirêj bike, heta ku careke din vegere xwezaya xwe ya dijberiya Îsraîl û rojavayan. Çavkaniyan destnîşan kir ku ev rejîm bi temamî welat kontrol nekiriye û nîşaneyên îstîqrarê di bin serkêşiya wê de diyar nebûne.

Netanyahu di hefteya yekem a Nîsanê de bi awayekî lezgîn ji bo Koşka Spî hat vexwendin, da ku serok Trump agahdar bike ku wî biryar daye ku bi Îranê re rasterast dan û standinan bike û li ser zêdekirina bacê ya ji sedî 17 li ser kelûpelên Îsraîlî razî bibe. Di hevdîtina wan a bi çapemeniyê re de, Netanyahu got ku wî mijara Sûriyeyê bi serokê Amerîkayê re nîqaş kiriye û jê re gotiye, "Em naxwazin Tirkiye li ser axa Sûriyeyê bibînin, ku wekî baregeh li dijî me bi kar tîne."

Lê belê Trump guh neda wî û jê re gotibû, "Têkiliya min bi Erdogan re pir baş e. Ez jê hez dikim û ew jî ji min hez dike. Min ji Netanyahu re got eger pirsgirêka te bi Tirkiyeyê re hebe ez ê ji bo çareserkirina wê alîkar bim. Lê ez bawer nakim pirsgirêk hebe."

(mh/fr)