Xezîneya Amerîkayê dest bi gavên sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê kir

Piştî ku Trump li Riyadê ragihand ku ew ê li gorî daxwaza mîrê Siûdiyê cezayan ji ser Sûriyeyê rake, wezîrê Xezîneya Amerîkayê ragihand ku wan dest bi sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê kir.

Xezîneya Amerîkayê dest bi gavên sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê kir
14 gulan, 2025   23:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessnet ragihand ku wezaretê ji bo sivikkirina cezayên Amerîkayê yên li Sûriyeyê dest bi avêtina gavan kiriye.

Bessent li ser malpera xwe ya X’ê îro nivîsîbû ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê gav avêtine, da ku rewş îstîqrar bibe û alîkariya Sûriyeyê di tevgerîna ber bi aştiyê ve bike.

Tê zanîn ku roja sêşemê serokê Amerîkayê Donald Trump ji lûtkeya Amerîka û Kendavê ya li bajarê Riyad ê Siûdiyê got ku ew ê li gorî daxwaza mîrê Siûdiyê Mihemed Bin Selman cezayan ji ser Sûriyeyê rake.

Trump got biryara rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê ji bo Sûriyeyiyan firseteke nû ye.

Roja çarşemê jî Bin Selman, Trump û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri li Riyadê civiyan.

(mh/fr)