ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-12-2023
15 kanûn, 2023   02:00

Di 10′ê Cotmeha îsal de akademisyen, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyas, ‎parlamenter, çalakgerên têkoşer, fîlozofên xelata Nobelê ya aştiyê wergirtine, nûnerên ‎rêxistinên jinan û gelên herêmê yên ji tevahî cîhanê pêngava cîhanî ′Ji Abdullah Ocalan ‎re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ da destpêkirin".‎ (BI WÊNE)

Suryan û Ermenên beşdarî pêvajoya nivîsandina Hevpeymana Civakî bûne, destnîşan kir ku ‎hevpeyman mafên hemû pêkhateyên welat diparêze. Her wiha diyar kirin ku erêkirina ‎hevpeymanê ji bo gelên herêmê vejîn e.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cemal Reşîd diyar kir ku eger dorpêça li ser Şehbayê dewam bike, dê pêdiviyên gel ên jiyanî ‎yên bingehîn jî qut bibin û dê bibe sedema krîzên jiyanî.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hesen Koçer diyar kir ku ji bo rakirina ambargoyê gelek caran bi hikumeta Şamê re nîqaş kirine ‎lê heta niha tu bersiv nedane. Koçer hişyarî da hikumeta Şamê ku ev rewş dê bibe sedema ‎teqîneke civakî û got “Şam divê dev ji vê siyaseta şaş ya ambargoyê berde.” ‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gelê herêma Firatê rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Sûriyeyê ‎wekî bersiva herî guncaw li hemberî êrişên wê yên berdewam li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyeyê dibîne û tenê dikare sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anîne, bi dawî bike.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî û xwedîderketina xwestekên şêniyan û ‎gihandina ava vexwarinê ji bo hemû malan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona ‎Tebqayê xebatên guhartina torên ava vexwarinê didomîne û heta niha ji sedî 70 boriyên ‎avê yên bajarokê Curniye û gundên wî bi yên nû hatine guhartin.‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Di roja duyemîn de çalakiya ji konvedanê ber bi gireva birçîbûnê ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Konê çalakiyê li pêş avahiya Komseriya Penaberan a NY′yê ya li Qamişloyê hatiye vedan, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Êzidî piştî 3 rojên rojiyê cejna Êzî pîroz dikin. Bi vê boneyê pêkhateyên Tirbespiyê ji wan re pîrozbaniyan dişînin, saet 16:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA