Pentagon: 97 caran êrişî hêzên me li Sûriye û Iraqê hate kirin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bîlançoya êrişên li dijî baregehên xwe yên leşkerî yên li Iraq û Sûriyeyê aşkera kir.

Pentagon: 97 caran êrişî hêzên me li Sûriye û Iraqê hate kirin
14 kanûn, 2023   23:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Pentagonê got, "97 caran bi moşek û balafirên bêmirov di navbera 17′ê Cotmeh û 13′yê Kanûnê de êrişî hêzên me yên li Iraq û Sûriyeyê hate kirin."

Rayedar anî ziman: "Baregehên me li Til Tenef, Şedadê û Firatê yên li Sûriyeyê duh 3 caran bi moşek û balafirên bêmirov êriş kirin."

Li gorî rayedar hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Iraqê bersiva piranî êrişan da û ew êriş negihaştin armancên xwe.

(fr)