4 Hemasî bi gumana plankirina êrişan li Almanyayê hatin girtin

Nûnerên dozgeriya giştî ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 ferdên ji tevgera Hemasê bi gumana plankirina êrişan li dijî saziyên Cihû li Ewropayê, hatin girtin.

4 Hemasî bi gumana plankirina êrişan li Almanyayê hatin girtin
14 kanûn, 2023   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya dozgeriya giştî ya Almanyayê de hate gotin 3 ferdên gumanbar li Berlînê hatin girtin û yê çaremîn jî li Hollanda hate girtin û ew 4 endam ji demeke dirêj ve di nava tevgerê de ne û têkiliya wan bi fermandariya baskê leşkerî yê Hemasê re xurt e.

Wezîrê Edlê yê Almanyayê Marco Bushman got piştî êrişa Hemasê li dijî îsraîliyan, êrişên li dijî saziyên cihû yên li Ewropa zêde bûn.

Berlînê, li ser paşxaneya şerê li Xezayê, hişyarî îhtîmala pêkanîna êrişan li dijî cihû û saziyên Îsraîlê yên li Almanyayê da, her wiha desthilatên Ewropayê j hişyarî li ser pêkanîna êrişan da.

(fr)