ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 – 11 – 2024
15 mijdar, 2024   02:00

Jinên ji Şedadê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew ji bilî azadiya wî ya fîzîkî tiştekî din qebûl nakin.

Rûspiyên êlên kantona Cizîrê got operasyonên ewlehiyê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û hevkarên wan, geleki girîng in.

Mihemed Umer bi behremendiya xwe ya stranbêjî û lêxistina tenbûrê navdar e, bi dengê xwe yê xweş û tembûra xwe awaz û stranên xweş çêkirin ku reseniya hunera li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin. 

2 çeteyên girtî aşkera kir ku çeteyên DAIŞ`ê li Tirkiyeyê bi serbestî tev digerin û nexweşxaneyeke taybet ji bo dermankirina wan li wir heye. Çeteyan got dewleta Tirk destekê dide wan.

Komîteya Lihevanînê ya kantona Firatê 2 malbatan li gundê Bîr Mela yê bajarê Kobanê li hev tîne. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di roja 8ˋan a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava ya 10ˋan de têkildarî jîngehê (astengî û pêşniyar), rola komele û rêxistinên jîngehê paneleke diyalogê tê lidarxistin. (16:00) BI WÊNE Û DÎMEN