Gundên Minbicê tên topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundewarên kantona Minbicê topbaran dikin.

Gundên Minbicê tên topbarankirin
14 mijdar, 2024   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dendeniyê yê li bakurê rojavayê Minbicê û gundê Derec ê li bakurê rojhilatê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundewarên Minbicê topbaran dikin.

(fr)