ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2025
15 cotmeh, 2025   02:00

Şêniyên Amûdê diyar kir ku divê dewleta Tirk gavên cidî ji bo mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî biavêje. Şêniyan got "Azadiya Rêber Apo daxwazeke gel e û em ê heta ku ew bigihêje azadiyê çalakiyên xwe bidomînin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Girê Spî destnîşan kir ku hêvî û xewna wan vegera ewle ya li warê xwe ye. Koçberan da zanîn ji dema bi darê zorê hatine koçberkirin, kêliyekê jî malên wan ji bîra wan neçûne û got “Heta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dernekevin, em venagerin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîrên Til Temir hilbijartinên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê red kirin û got ev hilbijartin ne rewa ne û nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin. Rewşenbîran got bêyî demokrasî, ewlekarî û misogeriya beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê hilbijartin nabin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Siwêdayê QSD wek hêzên neteweyî û xwedî ezmûneke şer a berfireh bi nav kir. Şêniyan diyar kir ku QSD hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Di hefteya yekem a biryara agirbestê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz de çekdarên hikumeta veguhêz 6 caran agirbest binpê kir û êriş pêk anîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Qamişloyê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi kiryarên li dijî pêkhateyan û girtina rêyan li pêşiya welatiyan, mafên sereke binpê dike û got “Tişta dibe bi tu awayî nayê qebûlkirin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber paşguhkirina Nexweşxaneya Wetenî ya Misyafê ya li rojavayê Sûriyeyê ji hêla hikumeta veguhêz  ve piranî amûrên tibî telef bûne û xebatkarên tenduristiyê kêm in. Ev yek gefan li jiyana bi sedan nexweşxan dixwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Tebqayê beşa 3ˊyan a niştecihên li kampa Mehmûdlî ya kantona Tebqayê bi cih bûne ku ji 27 malbatan pêk tê derdixe û ber bi kantona Dêrazorê, Hums û Hemayê ve dixe, 09.00ˋan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nirxandina pêşdeçûnên siyasî yên li qada Sûriyeyê bi amadebûna hevserokê komîteya dan û standinan Ebid Hamid El Mihbaş, li hola Mişwar, civînek girseyî li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê "bandorên teknelojiya û medyaya dîjîtalê li ser civakê paneleke diyalogê li bajarê Holê yê kantona Cizîrê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê 77 şehîdên di dem û cihên cuda de şehîd ketine, li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi bîr tîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a PYDˊê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li Qada Jina Azad a Reqayê çalakiyekê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê şervanê QSDˊê Mehmûd El Îdan li Pakrewangeha Şehîd Dilce oxir dike, 14.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwann Şoreşger li bajarê Til Temirê ji bo bersivdana biryarnameya hikumeta veguhêz a 188ˊan a paşguhkirina cejnên pêkhateyên Sûriyeyê, li qada Newrozê agirê Newrozê pêdixe, 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN