Bafil Talebanî bi balyozê Fransa yê Iraqê re civiya

Serokê YNKˊê Bafil Talebanî bi balyozê Fransa yê Iraqê Patrîck Furel re civiya.

Bafil Talebanî bi balyozê Fransa yê Iraqê re civiya
14 cotmeh, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Navenda Mekteba Siyasî ya li Hewlêrê balyozê Fransa yê Iraqê Patrîck Furel pêşwazî kir. Di civînê de li ser avakirina kabîneya nû ya hikûmetê, hilbijartin û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin.

Navenda Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokatiya YNK’ê ragihand ku civîn li Navenda Mekteba Siyasî ya Hewlêrê pêk hatiye û di civînê de bal li ser ser têkiliyên xurt ên demdirêj yên gelê Kurdistanê û Fransayê hatiye kişandin.

Hate ragihandin ku li ser avakirina kabîneya nû, Bafil Talebanî diyar kiriye ku ew li gel avakirina hikûmeteke bihêz, xizmetkirin û dadperwer in.

Hate destnîşankirin ku Talebanî aniye ziman ku armanca wan zêdekirina aramiyê ye ne têkdanê, ji bo wê hemû hewldanên wan ew e ku vê armancê pêk bînin.

Têkildarî hilbijartinên li Iraqê jî her du aliyan da zanîn ku hilbijartinek zelal û di dema xwe de bên kirin.