ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-08-2026
15 tebax, 2026   02:00

Rêber Abdullah Ocalan li Enqereyê di sala 1973’yan de keta nava lêgerîna têkoşînê. Di nava 53 salan de jî roja herî dîrokî 15’ê Tebaxê bû. Di encama 15’ê Tebaxa 1984’an de 42 salan têkoşîn û berxwedaneke dîrokî hate pêşxistin. Di encamê de îro Rêber Abdullah Ocalan ew keda 53 salan a têkoşîn û berxwedanê bire ser maseya muzakereyê û îro li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd di gava xwe ya yekemîn a hiqûqî de tê nîqaşkirin. (BI WÊNE)

Şêniyên Kobanê diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo wan rojeke nû ye û got “Hemû destkeftiyên me mîrasa 15`ê Tebaxê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê xwest kesên êrişî karwanê koçberên Serêkaniyê ya yekemîn kir, werin cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malnişînên li Qamişlo ji ber qerebalixa li ofîsa posteyê û kêmbûna jimardaran, dema ku diçin mûçeyên xwe bistînin rastî zehmetiyan tên. Malinişînan bang li rayedaran kir ku çareseriyan bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a bajarê Hesekê bi boneya salvegera 15‘ê Tebaxê şahiyekê li Parka 4‘ê Nîsanê li dar dixe, saet 18.00‘an. Li bajarê Dirbêsiyê jî şahiyek li Parka Şehîd Zevîn tê lidarxistin, saet 16.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)