Li ser rêya Hums-Tertûs qeza: 5 kes mirin

Li ser rêya Hums-Tertûsê di qezayeke trafîkê de 5 kes mirin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser rêya Hums-Tertûs qeza: 5 kes mirin
14 tebax, 2026   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya Hums-Tertûsê tankerek petrolê li erebeyekê rêwiyan qelibî. Di qezayê de 3 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên din birîndar bûn. Her wiha agir bi tankerê ket.

Tîmên rizgarkirinê agir vemirandin, şopên qezayê rakirin û birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Til Kelexê ya Humisê.

Di dema qezayê de tevgera trafîkê demekê sekinî. Aliyên têkildar der barê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.