ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-03-2026
15 adar, 2026   02:00

Koçberên ji Serêkaniyê zêdetirî 7 salan e ji malên xwe koçber bûne. Şert û mercên li ser wan têne ferzkirin, tehemul dikin û dev ji hêviya xwe bernadin ku rojekê vegerin malên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar û akademîsyen Yehya El Erîdî destnîşan kir ku peymana di navbera Şam û QSD'ê de ne çareseriyeke domdar e ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ava bike, lê bi rêkeftinên ewlehiyê yên demkî ve girêdayî ye û got gelek astengî hene ku nahêlin peyman bibe çareseriyeke mayînde.

Dayika Xidir Şêx Hemadî yê ku ev 51 roj e agahî jê nayên wergirtin, daxwaza girtina agahiyeke ji kurê xwe dike.

Li bajar û gundên Hemayê nexweşiya hepatît belav bûye. Hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê ketine zêde dibe û piraniya wan jî zarok û kal û pîr in. BI WÊNE

Agirê Newrozê 2638 sal e li çiyayên Kurdistanê gur dibe. Destana têkoşîna li dijî dagirkeran e û destpêka berbangeke nû ya gelan e. Gelê Kurd ruxmî hemû astengî û qedexeyan Newroza ku hêvî û girêdana Kurdan a bi azadî û rûmetê ve îfade dike, parast û pîroz kir. BI WÊNE

Şoreşa Sûriyeyê ket sala xwe ya 16'an. Piştî ketina rejîma Baasê hikumeta demkî hewl da hegemonyaya xwe ferz bike û pêkhateyên civakê dûr xistin. Vê yekê bandoreke neyînî li tevna civakî kir û di sala dawîn de li dijî Kurd, Elewî û Durziyan binpêkirinan dewam kir. BI WÊNE

Çavdêran diyar kir ku peyama ewilî ya rêberê olî yê bilind ê nû yê Îranê rewşê ber bi rageşiyê ve dibe. Hate gotin, welatên kendavê berdêlê mezin ê şer dide û dibe ku ev şer bandorê li herêma Kurdistanê û rola wê bike.

Komîteya Amadekar a pîrozbahiyên Newrozê dê bi daxuyaniyekê bernameya pîrozbahiyên Newroza sala 2026`an eşkere bike. Li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo. 10.30 BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoeya pîrozbahiyên Newrozê de, şêniyên gundê Dugir ê Amûdê dê agirê Newrozê dadin, 12.00. her wiha şêniyên taxa Aşûriyê li bajarê Qamişlo lê li pêşiya parka 19`ê Tîrmehê, û şêniyên bajarê Dêrikê li Qada Beyrem, agirê Newrozê dadin. 19.00 BI WÊNE Û DÎMEN