Baregehên Heşdî Şeebî li Xurmatû hatin bombebarankirin

Bi rêya balafirên bêmirov sê caran baregehên Heşdî Şeebî (Tirkmenî) li sînorê navçeya Xurmatû ya ser bi parêzgeha Selahedînê hatin hedefgirtin. Hate zanîn ku kuştî û birîndar hene.

Baregehên Heşdî Şeebî li Xurmatû hatin bombebarankirin
14 adar, 2026   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji saetên îro êvarê ve, sê caran bi rêya balafirên bêmirov baregehên Lîwaya 52 ya Heşdî Şeebî (Tirkmenî) ya di navbera navçeya Xurmatû û bajarokê Silêman Beg de hatin bombebarankirin.

Li gor agahiyên destpêkê, bombebaran bi rêya balafirên bêmirov hatine kirin û di encama êrişan de kuştî û birîndar çêbûne.