ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-02-2026
15 sibat, 2026   02:00

Siyasetmedaran got hêzên 15’ê Sibatê komplo kir, niha êrişî Rêveberiya Xweser dikin û diyar kir ku komplo dê bi hevgirtinê têk biçin. BI WÊNE Û DÎMEN

"Di nava hesabên komployê yên sîstema hegemonîk de yek ji xusûsa divê haya mirov jê hebe ew e, polîtîkayên ‘parçe bike-bi rêve bibe’ di dused salên dawiyê de bi hosteyî li ser herêmê pêk tînin û diviyabû mirov nebûya destikê van polîtîkayan, nexasim şerê Kurd û Tirkan armanca van polîtîkayan bû û diviyabû mirov di kûrkirina vî şerî de bi kêra van hêzan nehata. Ermenî, Grek, avahiyên etnîk ên li Balkanan, Ereb, Suryanî, Tirk û Kurd bûn destikê van polîtîkayan û gelek tişt ji dest dan. " BI WÊNE

Bazirganên li Sûriyê ditirsin ku daneyên berfireh ên derbarê dikan û çalakiyên karsaziya wan de ji aliyê rayedarên hikûmeta demkî ve bi rêya "sîstema barkodê" bibe sedema bikaranîna wan an jî eşkerekirina wan ji aliyên derve re, ev yek dikare zirarê bide bazirganiya wan û di hawîrdorek aborî ya dijwar de zexta li ser wan zêde bike.

Xelkê Hesekê diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û pêdivî pê heye ku gelê Kurd kongreya xwe yê neteweyî li dar bixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyan nivîsî ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de agirek vemirand ku dikarîbû bibe sedema pêvajoyeke nû ya şerê navxweyî. Her wha rojnameyan behsa arîşeya DYA`ê û Îranê û rewşa Îraqê kir. BI WÊNE

Bi boneya salegera 27`mîn a komploya navneteweyî, li bajarên Rojava, bi druûşma "Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber Apo û çareseriya siyasî  bo pirsgirêka Kurd" çalakî tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnamevan û hevalên şehîd Egîd Roj, wî di salvegera yekem a şehadeta wî de bi bîr tînin, li mezargeha şehîd Dijwar li gundê Dawidiyê yê gundewarê Hesekê. 14: 00 BI WÊNE Û DÎMEN