ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-9-2025
14 îlon, 2025   02:00

Sê sal di ser serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” re derbas bû. Jinan û gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdêlên giran dan. Berxwedan bi rêbazên cuda didome, jin di girtîgehan de dikevin gireva birçîbûnê. Civaknas û çalakvana mafê jin a ji Rojhilatê Kurdistanê Hawjîn Beqalî got: “Serhildanan, şoreşek civakî pêk anî”.  BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Partiya Soraya ya Demokratîk Aho Hena, xwesteka xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên herêmê re bûne çavkaniya îlhamê. BI WÊNE Û DÎMEN

Jina bi navê Şêxa Xetîb Mano ku 6 sal ji warê xwe hatiye koçberkirin kilîda mala xwe winda nekiriye. Şêxa diyar dike ku kilîda xanî ji bo wê jiyan, hêvî û soza vegerê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gorî çavdêran, gelek zehmet e ku civîna New Yorkê ya der dare Kampa Holê ku çaverê ye li dar keve, bi encamên berbiçav bi dawî bibe ji ber ku civaka navneteweyî kamp, nexistiye rojeva xwe. Li aliyekî din piştî êrişa Îsraîlê, vebijarkên Hemasê gelek sînordar bûn. Li gorî çavdêran, doza Filistînê di pêvajoyeke gelek hesas de derbas dibe.

Bi destpêkirina sala xwendinê ya 2025-2026`an, dê 121 hezar û 415  xwendekar li kantona Reqayê berê xwe bidin dibistanan. BI WÊNE Û DÎMEN

Werza Xwendinê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê dike (8:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand Jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê çalakiyekê li dar dixe. Di çalakiyê de broşûrên ku li kantonê belav dike, dixwîne (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Dêrikê konferansa komînan li seyrangeha Dêrikê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya rêxistina Super Activity şahiyekê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê, li dar dixe û zarokên di Olompiyada Arîtmetîk de bi ser ketine xelat dike (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN