Nûnerê Rêveberiya Xweser bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed pêşketinên siyasî yên dawîn û ewlehiyê yên herêmê bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê, Talal Arslan re nîqaş kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê re civiya
Nûnerê Rêveberiya Xweser bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê re civiya
Nûnerê Rêveberiya Xweser bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê re civiya
Nûnerê Rêveberiya Xweser bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê re civiya
Nûnerê Rêveberiya Xweser bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê re civiya
13 îlon, 2025   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê Ebdulselam Ehmed û şandeya pê re, bi serokê Partiya Demokratîk a Lubnanê, Talal Arslan re civiyan. Her du aliyan pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên herî dawîn li herêmê, bûyerên xwîndar ên vê dawiyê li parêzgeha Siwêdayê, nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de, Ebdulselam Ehmed silavên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ragihand şandeyê û teqezî li ser têkiliyên dîrokî yên xurt di navbera gelên Kurd û Durzî de kir û got: “QSD`ê bi şêniyên Siwêda û gelê Sûriyeyê re ye.”

Talal Arslan pesnê helwest û piştgiriya berdewam a Rêveberiya Xweser ji bo gelê Siwêdayê da.

Ev serdan wekî beşekê ji bo xurtkirina danûstandina di navbera Rêveberiya Xweser û Lubnanê de tê, beriya niha jî cîgirê Hevserokatên Kar û Barên Derve ya Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd û Ebdulselam Ehmed, serdana rayedarê lêvegerê payebilind ê durziyan şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayegh, li bajarokê Şaronê kirin.

(ac/şx)

ANHA