Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin

Komîteya Aborî ya Jinan a bajarê Dirbêsiyê bi armanca avakirina aboriyeke serbixwe ya jinan ku bingeha têkoşîna azadiyê û rûniştandina pîvanên edaletê û wekheviyê be, Kafeteriya Hîlala Zêrîn vekir.

Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
Li Dirbêsiyê `Kafeteriya Hîlala Zêrîn` hate vekirin
13 îlon, 2025   21:42
HESEKÊ

Komîteya Aborî ya Jinan a bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ji bo pêştxistina jinan di aliyê aborî de û rola wê di civakê de, Kafeteriya Hîlala Zêrîn vekir.

Endamên saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma vekirinê bûn ku li têketina başûrê bajêr hate lidarxistin.

Endama rêveberiya Kongra Star a bajarê Dibêsiyê Fatme Keleş di merasîmê de axivî û got projeyên wisa, îsbat dike ku têkoşîna jinan berdewam e û di heman demê de diyar kir ku avakirina aboriyeke serbixwe ya jinan, bingeha têkoşîna azadiyê ye.

Di kafeteriyayê de, 3 beşên hundirîn û derve hene. Ji serdanvanan re, vexwarinên germ û sar, şêranî pêşkêş dike. Ji bo malbatan jî qadake civakî ye û jin jî dikarin bi awayekî berfirehtir tev lê bibin û di rêveberiyê de cih bigirin.

(şx)

ANHA