ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-12-2024
14 kanûn, 2024   02:00

 Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e û got "Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

Çîrokên koçberên Efrînê û Şehbayê ne tenê êş û azaran vedibêjin, lê nîşaneya xweragiriya li hember zilm û binpêkirinan in.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li ser banga seferberiyê bi şev û roj bajarê xwe diparêzin. Şêniyan got "Şoreşa ku bi xwîna şehîdan dest pê kiriye, em nahêlin têk biçe.”

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wî 5 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê yên ku li Minbic, bendava Tişrînê û Terteb şehîd bûne, li goristana şehîd dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin. Şêniyên bajarê Şedadê 2 şehîdên hêzên Komandos li goristana şehîdan a Şedadê oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê bi meşekê ji qada Azadiyê piştgiriyê didin QSD’ê (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Serokeşîr û rûspiyên eşîrên Ereb ên bajarê Til Hemîs û gundewarê wî ji bo nîqaşkirina geşedanên li Sûriyeyê û erkê eşîran civînekê li dar dixin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Firatê şehîdên berxwedana bendava Tişrînê, pira Qereqozaq û Minbicê li goristana şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê oxir dikin (14:00). BI WÊNE Û DÎMEN