Kurdistanî û dostên wan li Awropa Rojava silav kirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Duisburg ê Almanyayê,bajarê Mannheim ê Almanyayê û li bajarê Marsilya yê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li dijî dagirkeriyê daketin qadan û berxwedana gelên Rojava silav kirin.

Kurdistanî û dostên wan li Awropa Rojava silav kirin
13 kanûn, 2024   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Girseya ku li bajarê Marsilya yê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li pêşiya Parlamentoya Awropayê li hev civiyan, êrîşên çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriye (SMO) yên bi piştgiriya Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Li bajarê Mannheim ê Almanyayê jî Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan ji bo piştevaniya koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya piştevanî û alîkariyê da destpêkirin.

Bajarê Duisburg ê Almanyayê jî li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburg, Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel, TCŞ, ATIK û AGIF’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava li pêşiya Hauptbahnhofê bi mîtîngekê hate protestokirin.