‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ye, divê em destên xwe bidin hev û tê bikoşin’

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e û got "Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ye, divê em destên xwe bidin hev û tê bikoşin’
14 kanûn, 2024   03:10
GIRKÊ LEGÊ
ROHAT XELEF

Bertekên gel ên li dijî sistema îşkence û qirkirinê ya li girtîgeha Îmraliyê her ku diçe dijwartir dibin. Şêniyên bajarê Girkê Legê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina asta têkoşînê kir.

Lezgîn Elî yê ji bajarokê Mistefawiyê yê Girkê Legê, berdewamiya sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mirovî bi tundî şermezar kir. Elî got: “Hewldanên ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin, têrê nakin, divê em berxwedana xwe ji bo şikandina vê sîstema zalim û bidestxistina azadiya Rêbertî bilind bikin, ji ber ku azadiya wî azadiya gelan e.”

Yasmîn Elî jî diyar kir ku desthilatdarên Tirk bi berdewamkirina sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hewl didin vîna wan bişikînin.

Yasmîn Elî wiha berdewam kir: "Tişta ku li dijî me û rêberê me yê ku hebûn û çanda me diparêze diqewime, yek ji binpêkirinên herî mezin e ku di dîroka mirovahiyê de hatiye dîtin. Em daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin û em ê ji bo vê yekê tê bikoşin.”

Yasmînê destnîşan kir ku "hewldanên ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî têrê nakin" û banga hevgirtinê û bilindkirina têkoşînê kir.

Mehmûd Îbrahîm jî amaje pê kir ku divê rêxistinên mafên mirovan, ji ber sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, hesabê ji dewleta Tirk bipirsin. Her wiha bal kişand ser girîngiya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê em bibin yek û destên xwe bidin hev.”

(k)

ANHA