ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-1-2024
14 ÇILE, 2025   02:00

Ermen û êzidiyên li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasˋê daxwaza mafên xwe dikin ku bi salane hatine paşguhkirin û çewisandin, her wiha bang dikin ku modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî Sûriyeyê bikeve partîkê.

Kurdên li Sûriyeyê bi salan ji be zilm û paşguhkirinê êş kişandin. Zilma li ser Kurdan di serdema serweriya Partiya Baasê (8ˈê Adara 1963ˈan- 8ˈê Kanûna 2024ˈan) de di lûtkeyê de bûn. Tevî ku êşa vî gelê ne bi derketina Baasê de dest pê kiribû jî, lê serdema Baasê di jiyana siyasî û ya civakî de mohrên dijwar hiştin.

Narîman hestên xwe yên bêrîkirina bajarê xwe yê dagirkirî, ku bi darê zorê jê hatiye koçberkirin, vediguhêze tabloyên balkêş, hunereke ku hestên şanaziya wê bi bajarê wê û neteweya wê ya kurd tîne ziman.

Ji berê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê, bajarê Til Temir û zêdetirî 100 gundên wî bê kehrebe ne û di karesateke mirovî re derbas dibin.

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bidawîkirina qonaxa duyemîn a sererastkirina sûrê şûnwarî ya Reqayê ku du meh dom kir, nêzîk bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan fermandar Xebat Dêrik bi merasîmekê li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê bi bîr tîne. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo şehîd Fatme Seido, Sefa Silêman, Silêman Xelef û Ehmed Hesen li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê merasîma oxirkirinê li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Reqayê yê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê saet di 11.30’an de wê civînek berfireh a jinan bê lidarxistin û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê werin nirxandin. (bi Wêne û dîmen).