Welatiyê ji Silêmaniyê bo koçberan li Ewropa û Kurdistanê alîkariyê kom dike

Amanc Cemal ê ji Başûrê Kurdistanê, bi desteka Kurdên li Birîtanya û parçeyên din ên Kurdistanê, alîkariya madî pêşkêşî hezar malbatên koçber ên Şehbayê kir.

Welatiyê ji Silêmaniyê bo koçberan li Ewropa û Kurdistanê alîkariyê kom dike
14 ÇILE, 2025   08:19
QAMIŞLO

Welatiyê ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Amanc Cemal ji bo alîkariyê pêşkêşî koçberên Efrînê yên ku herî dawî di 2`ê Kanûn (2024) ji Şehbayê koçber bûn, ji serê salê ve derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye.

Amanc biyaniyê Rojava û Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê nîne, nexasim dema ku 6’yê Sibata 2023’yan li Bakûrê Kurdistanê, Tirkiye û Suriyeyê erdhej çêbû, bi hawara mexdurên erdhejê yên Şehbayê çûbû.

Di îlona sala 2024’an de jî Amanc Cemal ji bo alîkarîdayînê hatiye Rojava û li gorî derfetên xwe destek daye malbatên pêdiviya wan heye.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Şehbayê kirin û bi sedhezaran kes careke din hatin koçberkirin, Amanc Cemal jî, ji bo alîkariyê careke din berê xwe daye Rojava.

Beriya ku were jî, li Başûrê Kurdistanê, Birîtanya û perçeyên din ên Kurdistanê bi riya heval û dostên xwe alîkarî kom kiriye.

Amanc Cemal di destpêka salê (Çileya 2025) de hatiye Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û li bajarên Reqa, Tebqa, Kobanê û Qamişlo serdana koçberan kiriye; dîsa koçberên li kampan, nexweşxane û mizgeftan bicîh bûne jî ziyaret kirine.

Di serdanên xwe de jî alîkariya madî daye zêdetirî hezar malbatan.

Amanc Cemal têkildarî xebata xwe ji ANHA’yê re axivî û da zanîn ku wî xwestiye destekê bi de koçberên di nava şertên zor de jiyan dikin. Amanc sedema vê xebata xwe û wiha vegot: “Em dibînin ku rewşa xwîşk û birayên me yên li Rojava giran e. Lewma me xwest alîkariya madî û manewî bidin.

‘EV KAREK NETEWÎ Û MIROVÎ YE’

Amanc bal kişand ku ev erkeke netewî û mirovî ye wiha dom kir: “Min ji biraderên xwe yên Birîtanyayê, Kurdên çar parçeyên Kurdistanê alîkarî kom kir. Ez bi vê yekê kêfxweşim, ev kar kareke netewî û mirovî ye. Xelkê li Şehba û Efrînê gelek zehmetî kişandine, heta niha 3-4 caran koçber bûne. Bi rastî jî xelkê Efrînê Kurd bi hemû dinyayê dane nasandin, eger Efrîn nebûye Kurd nedibûn. Efrîn di nava şertên gelek zor de bû; bi rastî jî zehmetî kişandine, heta mirov neçe wir û nebîne, nizane.”

Li ser rewşa koçberan Amanc, got: “Koçber di nava zehmetiyê de jiyan dikin, lê di aliyê manewî de hêza wan xurt e. Em gelekî bi kêfxweş pêşewazî kirin. Gelekî kêfxweş bûne ku xelkê Başûr alîkariya wan dike. Em jî gelekî kêfxweşin ku alîkariya xelkê Rojava dikin, bi rastî Rojava rewşa Başûr jî guhertiye.”

Amanc Cemal anî ziman ku xelkê Başûr dixwaze alîkariyê bikin, lewma pêwîste ji bo vê yekê destûr bê dayîn û astengî neyên derxistin.

Amanc Cemal got ku heta alîkariyên din ên wan kom kirine bi tevahî digihîjin herêmê, ew ê li vir bimîne.

(sb/a)

ANHA