Li Reqayê civîna şêwirê ya jinan

Bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a MSDˋê Komîteya Şopandina Diyaloga Nîştimanî ya Jinên Sûriyeyî bi diruşma "Sûriye di navbera rewşa siyasî û pêşeroja jinan de" civîneke şêwirê li dar xist.

Li Reqayê civîna şêwirê ya jinan
Li Reqayê civîna şêwirê ya jinan
Li Reqayê civîna şêwirê ya jinan
13 ÇILE, 2025   18:40
REQA

Komîteya Diyaloga Nîştimanî ya Jinên Sûriyeyê li hola Eştar a bajarê Reqayê civîneke şêwirê li dar xist. Di civînê de 2 mijarên sereke yên der barê rola jinan di aloziya Sûriyeyê û beşdariya wê di avakirina Sûriyeya nû de hatin nîqaşkirin.

Beriya civîn were destpêkirin, Seroka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Cîhan Xidro bixêrhatina jinên çalakger û siyasetmedar ên Sûriyeyê yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê kir.

Cîhan diyar kir ku têkoşîna jinan li Sûriyeyê di dirêjahiya salên borî de rastî zext, paşguhkirin û binpêkirinan hat hem ji aliyê rejîma berê hem jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve.

Di mijara yekemîn a civîna şêwirê de behsa rewşa jinan li Sûriyeyê û berdêla giran a ku hatiye dayîn çi li herêmên di bin serweriya rejîma berê ya Sûriyeyê çi jî li herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin de.

Di mijara duyemîn de jî behsa rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên niha yên li pêşberî wan hat kirin, her wiha behsa têkoşîna ku pêwîst e di vê demê de were xurtkirin ku rêveberiya HTŞˋê mafên wan neçewisîne.

Her wiha hat gotin ku divê xîtabeke hevgirtî ya jinên Sûriyeyê derkeve ku deng bigihîne desteyên navneteweyî da ku zextê li rêveberiya HTŞˋê bikin ku desthilata xwe di paşguhkirina jinan de bi kar neyne.

Civîn şêwirê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin ku divê jin bi awayekî aktîv beşdarî konferansa diyaloga nîştimanî bibin û bigihînin encamekê ku bi rêya wê Sûriyeya pêşerojê were xêzkirin.

Her wiha hat gotin ku divê civîn û hevdîtinên şêwir yên jinên Sûriyeyê dewam bikin û destwerdanên derve werin bidawîkirin, yekitiya Sûriyeyê were parastin û agirbestê pêk bê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin bidawîrkirin.

Bi rêya Zoomê çalakgera jin a Sûriyeyê Necwa Tewîl, helbestvan û siyasetmedara Sûriyeyê Xada Şeiranî ya ji bajarê Siweydayê, çalakger Dîme El Hesen a ji Humsê, mamosteya zanîngehê Nîlî Murcana ya ji Helebê beşdarî mijara duyemîn a civîna şêwirê bûn. Ew jî weke nûnerên çalakger û jinên siyasetmedar ên ji hundirê Sûriyeyê beşdarî civîna şêwirê bûn.

(fr)

ANHA